KCD: Komkujiya Sêwasê berdewama polîtîkayên pişaftin, qirkirin û komkujiyan e
- 12:15 1 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera Komkujiya Sêwazê de bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û got hişmendiya komkujiya a Madimakê 24’ê Hezîranê bi tifaqa AKP-MHP’ê derketiye holê.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera Komkujiya Sêwazê de bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û got hişmendiya komkujiya a Madimakê 24’ê Hezîranê bi tifaqa AKP-MHP’ê derketiye holê.
KCD’ê bang li hêzên demokrasiyê kir û got, ‘’ Divê hemû hêzên ku demokrasiyê diparêzin li hemberî dîktatoriya faşîst li dora demokrasiyê kom bibin û têbikoşin. Bersiva herî di cih de ya li hemberî komkujeran ev e.’’
Daxuyaniya KCD’ê ya ji bo salvegera komkujiya Sêwazê dayî wiha ye:
‘’Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de li ser gelên Anatolya û Mezopotamyayê polîtîkayên qirkirin û pişaftinê yên giran kirin.Ji van komkujiyan yek jê Komkujiya Sêwazê ye, ku di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de li otela Madimakê 35 rewşenbîrên Elewî bi awayekî zindî lê hatin şewitandine.
Komkujiya Sêwazê ya ku berdewama pêkanîn û polîtîkayên pişaftin, qirkirin û komkujiyan e, di bingeha xwe de li hemberî gelan, baweriyan, îbadetxaneyan, çandan, hafiza û hebûna wan pêk hatiye. Di encama polîtîkaya avakirina yek civakî komkujiya Sêwazê pêk hat û hişmendiya faşist “herkes Tirk e, her kes Misilman e, her kes Sinî ye, her kes zilam e” ku ev sed sal in li dar, pêk anîn.
Bi komkujiyên Dersîm, Gurgum, Çorum, Gazî, Gezî, Roboskê û bi wêrankirina bajar û navçeyên wekî Sûr, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Şirnex û hwd. bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr ên li kolanan û di jêrzemînan de bi awayekî hovane hatin qetikirin. Bi van komkujiyan ev polîtika hatiye zêdekirin û kûrkirin.
Tifaqa AKP -MHP'ê hişmendiya Komkujiya Sêwasê ye
Hişmendiya ku komkujiya Sêwazê pêk anî, di pêvajoya hilbijartina 24’ê Hezîranê de bi tifaqa AKP-MHP derket pêşberî me. Kujerên ku komkujiya Sêwazê pêk anîn û çeteyên DAİŞ’ê yên ku mirovan zindî şewitandin xwedî heman hişmendiyê ne û êdî derket holê ku ev her du alî jî ji bîrdoziya dijminatiya mirovahiyê, nîjadperestî, faşîst xwe xwedî dikin.
Di ser vê komkujiyê re bîst û pênc sal derbas bûn û li gel vê yekê jî hê hevrûyê vê nebûne û ev jî nêrîna bloka faşîst a îktîdarê bi awayekî aşkera radixe ber çavan.
Wê hesabê komkujiyê bê dayîn
Em 25’emîn salvegera komkujiya Sêwazê bi tundî şermezar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku yên çavên xwe ji vê komkujiyê re girtine, yên ku wan teşwîq kirine, hemû aliyên tarî û qirêj li hemberî mirovahiyê, dad û hiquqa gerdûnî bên darizandin û rojên ku hesabê vê komkujiyê bidin nêzîk e.
Divê hemû hêzên ku demokrasiyê diparêzin li hemberî dîktatoriya faşîst li dora demokrasiyê kom bibin û têbikoşin. Bersiva herî di cih de ya li hemberî komkujeran ev e. Em di baweriya ku hewceyiya lezgîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ev e û em hemû kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin. Em ê nirx û emaneta wan a Demokrasî, Edalet û Azadiyê û têkoşîna xwe bilindtir bikin.’’