'Ji bo rizgarkirina Efrînê hemû jin amade ne'
- 11:44 1 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞEHBA - ji bo pêvejoya rizgarkirina Efrînê û ji bo bîranîna salvegera Şehadeta Zîlan bi pêşenigtiya Kongireya Star meşek girsayî li Kantona Şehbayê hat li darxistin.
Di bin dirûşmeya”Hemû jinên cîhanê rabin ser piyan” bi armanca bîranîna salvegera Şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) ya 23 an û ji bo pêngava rizgarkirina Efrînê ,Rêxistina Kongireya Star bi tevlîbûna hezaran ji jinên Kantona Şehbayê û herêma Efrînê meşek girseyî li gundê babinês yê Kantona Şehbayê li dar xist.
Meş ku hat lidarxistin bi alên Kongoreya Star,TEV-DEM,YPG,YPJ’ê hat xemlandin û pankertên bi nivîsa "Ji guhartina demografiya Efrînê re na" û "Rusya hevkarê Tirkiyeyê ye" hatin hilgirtin.
Me ji destpêka gundê Babinêsê hat destpêkirin bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bê Serok jiyan nabe, "Şehîd namrin" Ii hola gund bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê Koordînatora Kongireya star Zelal Xebat û Koordînatora Kongireya Star a pêkhateyên ereb Rîhab Çebû axivîn.
Zîlan nehat jibîrkirin
Di axaftinê de Şehîd Zîlan jî di salvegera 23'emîn a ji destdayîna jinana xwe de hat bîanîn û hat diyarkirin ku berxwedana serdemê berdewam dike, gelê ku tekoşîna azadiyê 58 rojan dane meşandin li Şehbayê didomîn, ji bo rizgarkirina Efrînê hemû jin bi rihê seferberiyê wê tevlî pêngavê rizgarkirinê bibin.”
Paşê li ser navê Kongireya Star Birîvan Kiloşo daxuyanî ji raya giştîre xwend û wiha hat gotin: "Me wek jin di vî şerî de gelekî zirar û êş kişand. Em amade ne ku tevlî vê pêngavê bibin ji bo seknandina şer, kaniya terorê bimçiqînin û pergala siyasî ava bikin."
Meş bi dirûşmên" Bijî berxwedana Efrînê", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.