‘Tu dimrî jî bimire ji min re ne derd e’

  • 09:23 1 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Reyhan Hacioglu
 
STENBOL- Girtiya nexweş Fatma Tokmak ji bo kontrolê birin nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Sadî Koguk. Fatma Tokmak rastî gotinên heqeret û nefretê yên Pispora Nexweşiyên Pêsîrê Dr. Ebru Artan ku bi hinceta saeta dermankirinê derbas bûye yên wekî ‘tu dimrî jî bimre ji bo min ne derd e’ hat.
 
Edîotra rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Reyhan Hacioglu ji girtîgeha jinan a Bakirkoyê namzeyek şand û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got mafê jiyanê tê xespkirin.
 
Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan ji hezar û 400’î zêde girtiyên nexweş hene û ji van 400 yên giranin. Yek ji van jî Fatma Tokmak e.
 
24 rojan hat îşkencekirin
 
Fatma  ku di 1996’an de li Stenbolê hat binçavkirin wê demê bi kurê xwe yê  2 salî re 24 rojan di bin îşkencê de ma. Vê îşkencê di çapemeniya Ewropayê de bi awayekî berfireh cih girt. Fatma ku nexweşiya wê ya dil hebû bi 12 kesî re ji heman dozê bi îdiaya ‘rêveberiya rêxistinê’ cezayê muebetê girt.
 
Fatma di 2006’an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Siyamî Ersek emelyet bû û rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ danê û tehliye bû. lê di 2010’an de ji ber ceza teqez bû dîsa hat girtin.
 
Fatma piştî vê sê emelyetên din jî bû û sê kapaxên dilê wê naxebitin.  Rapora Saziya Tipa Edlî ya Fatmayê heye û serî li her derê daye lê nayê tahliyekirin û piştî 15’ê Tîrmehê jî kontrolên wê yên rutîn nayên kirin û rastî gotinên nîjadperest yên doktoran tê.
 
‘Tu dimrî bimre’
 
Mînaka dawî di rojên borî de hat jiyîn. Fatma Tokmak ji bo kontrolê birin nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Sadî Koguk. Fatma Tokmak rastî gotinên heqeret û nefretê yên Pispora Nexweşiyên Sîngê Dr. Ebru Artan ku bi hinceta saeta dermankirinê derbas bûye yên wekê ‘tu dimrî jî bimire ji bo min ne derd e’ hat.
 
Fatmaya ku rewşa wê giran bûye wiha got: “Ev mehek e xwîna min diçe. Xwîna an zêde rohne an jî gelekî tîr dibe. Doktor ji min re got ger ku xwîn biçe ser mêjiyê te tu yê bimirî.” 
 
Fatmaya ji ber şertên girtîgehê nikare baş xwedî bibe ku di devê wê de birîn çêdibin wiha got: “Serbest bernadin qe nebe bila şert û mercên dermankirinê pêk bînin. Gelek girtiyên nexweş hene û ew jî rastî van pêkanînan tên.”