Gulseren Yolerî: Suleyman Soylu bi devê desthilatdariyê diaxive

  • 09:21 1 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL -  Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku di axaftina balkonê de peyamên ku wê zilm zêde bibe hatiye dayîn û got Suleyman Soylu yê aşkera sûc dike bi devê desthilatdariyê diaxive.
 
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê di alî têkoşîna mafên mirovan de nirxand û got wê şîdeta li hemberî muxalefeta civakî zêde bibe û bersiv wê ji bo daxwazên edelet û heqîqetê neyê dayîn.
 
Gulserenê destnîşan kir ku AKP bi mexdûriyet derketiye ser dika siyasetê, bandor li ser beşek mezin a civakê kiriye û bi gotinên mafên mirovan û demokrasiyê bûye hêvî û xwe wek alternatîf daye xuyakirin. Gulserenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di demeke ku dihat  gotin, ‘ji îşkencê re toleransa sifir’ Engîn Çeber di girtîgeha Metrîsê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Rastiya derket holê bi xof bû. Engîn Çeber li ber çavê her kesî bi îşkencê hat kuştin. AKP’ê piştî 7’ê hezîranê azadî û mafên mirovan ji holê rakir û qedexe anîn.”
 
‘Di axaftina balkonê de peyamên zêdebûna şîdetê dan’
 
Gulserenê destnîşan kir ku AKP’ê berê hiqûq tune hesibandiye, şîdet zêde kiriye û wih agot: “Qedexeyên li bajarên kurdan, operasyon zêde bûn. Gel êşek mezin kişand. 15’ê Tîrmehê, 20’ê Tîrmehê OHAL, şerê derveyî sînor û em îro di vê rewşê de ne. Erdogan roja hat hilbijartin di axaftina balkonê de peyamên ku wê zilm zêde bibe dan.”
 
'Li dijî tifaqa şerxwaz têkoşîn şert e'
 
Gulserenê bi lêv kir ku li dijî tifaqa şerxwaz têkoşîn şert e û divê her alî li dijî vê têbikoşin. Gulserenê got gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan pir zelal bûne û bi van gotinan peyama ku wê zilm zêde bibe hatiye dayîn û wiha got:  “Wê daxwazên edelet û heqîqetê bê bersiv bimînin. Suleyman Soylu di nav hewlestek hov de ye. Bi daxuyaniyên xwe aşkera sûc dike.  HDP’ê bi tehdîdan hedef nîşan dide. Soylu gel teşwîkî dijminahiyê dike û bi devê desthilatdariyê diaxive.”