Li Şehbayê têkoşîna jinê didome
- 09:03 1 Tîrmeh 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo rewşa dawî ya li Kantona Şehbayê nirxand û got:"Jinên ku li Şehbayê berxwedana xwe didomînin li ser esasên fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Li Şehbayê hêviyên jinan qet winda nabe û sûdê ji têkoşîna bêhempa digirin."
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo rewşa dawî ya li Kantona Şehbayê nirxand û got:"Piştî ku kantona Şehbayê ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij bû li vir bi pergalek wekhev û alîkar jinan xwe birêxistin kirin. Niha ev rêxistin û alîkarî didome."
Rîhab Çepo wiha domand:"Di nav polîtîqayên qirkirinê de herî bêtir jin û zarok diçewisin. Li Kantona Şehbayê jin û zarok tê parastin. Di serdema DAÎŞ'ê de jinan li Şehbayê gelek êş dikişandin. Piştî Şehba ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin komîteya jinê hat avakirin û jin hatin perwerdekirin. Niha ev perwerde didome. Ji bo jin bi êrîş û zilmê rû bi rû nemîne dev ji perwerdeya xwe bernadin."
'Jinên Ereb jî hatin perwedekirin'
Rîhabê da zanîn ku jinên Ereb jî hêza xwe ji jina Kurd girt û wiha domand:"Li Şehbayê ji ber ku jiyanek wekhev heye loma jin ji hev nayên cudakirin. Jinên Ereb jî ji bo xwe bikaribin biparêzin û neçiwisin hatin perwedekirin. Jinên Şehbayê hemû niha dest didin hev û têdikoşin."
'Bi awayekî rêxistinkirî xebatên jinan didome'
Rîhabê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jin ji bo bi êrîşên wekî din rû bi rû nemînin niha xebatên xwe didomînin û dibêjin em nahêlin êdî tu kes zilmê li me bike. Niha jî bi awayekî rêxistinkirî xebatên jinan didome. Em bang dikin ku hemû jin beşdarî xebatan bibin û destûrê nedin ku êdî bên çewisandin."