Emîne Şenyaşar: Hûn çima qeydên kamerayê vedişêrin

  • 09:04 29 Hezîran 2018
  • Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa xizmên parlamenterên AKP’ê de li Pirsûsê hatin qetilkirin û kurekê wê jî bi birîndarî hat girtin, diyar kir ku divê hem qeydên kamerayê yên kargerî û nexweşxanê derkevin holê û wiha agot: “ Hun çima vedişêrin? Madem hun mafdarin hun çima nîvê şevê diçin dîwarên nexweşxanê boyax dikin? Ev nexweşxaneyek çawaye?” Emîneyê banga hestiyariyê li hemû kesî kir.
 
Li Pirsûsê di 14’ê Hezîranê de parlamenterê AKP’ê û namzetê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe  êrîş  pêk anîn û piştî êrîşê birayên esnaf Adîl û Celal Şenyaşar ku rakirin  Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li wir hatin înfazkirin. Birîndar Mehmet Şah Yildiz jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. 
 
Bavê zarokên birîndar Haci Esvet Şenyaşar jî ku dixwest biçe nexweşxaneyê cem zarokên xwe ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê ve hat qetilkirin.  Kamerayên nexweşxanê hatin texrîbkirin û dîwarên ku xwîn lê ket jî boyax kirin. Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar yê birîndar bû jî  li nexweşxaneyê hat binçavkirin û girtin. Mehmet û  Ferît Şenyaşar jî piştî îfadeyê hatin berdan.
 
‘Hun çima dîmenên kamerayê vedişêrin’
 
Dayik Emîne Şenyaşar jî bi lêv kir ku divê qeydên kamerayê derkevin holê û wiha got: “Kurê min Fadil bi birîndarî birin girtîgehê. Çima kes ji wan nehat binçavkirin, girtin.  Hatin di hundirê dukanê de êrîş kirin.  Li nexweşxanê êrîş kirin.  Çima ew nayên girtin. Polîs her tiştî dizane. Hun çima kamerayan vedişêrin. Li dora dukana me kamera hene. Derxin van dîmenan. Hun çima vedişêrin.”
 
‘We dîwarê nexweşxaneyê çima bi şev boyax kir?’
 
Emîneyê destnîşan kir ku hevjînê wê bi lînçkirinê hatiye qetilkirin û dîwarên nexweşxaneyê nîvê şevê boyax kirine û got: “Hun çima boyax dikin? madem hun mafdar in hun çima tiştekî wisa dikin? Çima îfadeyên wan nayên girtin. Ev hikûmetek çawa ye? Ev ji DAIŞ’ê xerabtirin. Yên di nav Kurdan de DAIŞ’in.  Li ber çavê min hevjînê min qetil kirin. Em bi hev çûn nexweşxanê. Ev nexweşxaneyek çawaye.”
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên civaka sivîl kir ku ji bo edelet pêk bê divê alîkariyê bidin wan û bi israr daxwaz kir ku dîmenên kamerayê derkevin holê.