'Bi pêşengtiya şehîd Zîlan bi hezaran jin di riya azadiyê de ne'

  • 09:02 29 Hezîran 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi çalakiya fedaî ya ku li navenda Dêrsimê pêk anî pêşengtî ji hezaran jinî kir. Zîlana ku ji bo parastina nasname û îradeya jinê her dem têkoşiya tu carî serî netewand. 
 
Zeyneb Kinaci (Zîlan) di sala 1972'an de li gundê Elmaliyê yê Meletê ji dayik bû. Dibistana xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Meletê qedand. Li Zanîngeha Înonuyê ya Meletê ji beşa Şêwirmendiya Derûnî û Rehberiyê mezûn bû. Dema dibistana amadeyî dixwend tevgera azadiyê nas kir. Li Dêrsimê beşdarî nava refên PKK'ê dibe. Zîlanê di 1996'an de jî biryara çalakiya fedaî dide. Zîlanê dibêje:"Ez bi vê çalakiyê dixwazim bibim dengê dilê we. Ji bo siberojek azad em hezar caran amade ne ku canê xwe gorî we bikin."
 
Têkildarî vê mijarê jinên Kobanê gotin:" Zîlanê dê her di dilê me de zindî be. Em ê şopdarê doza wê ya pîroz be." 
 
Endama Kongreya Star Felek Yusif diyar kir ku ew ê her li ser xeta Zîlanan doza xwe bimeşînin û wiha got:"Em hêza xwe ji têkoşîna doza Zîlanan distînin û em xwe bi rêxistin dikin. Di bin sîwana têkoşîna me de bi salan e ku hemû jin cihê xwe digirin û ji bo siberojek ronî berxwe didin."
 
'Min navê zaroka xwe kir Zîlan'
 
Çalakiya fedaî ya Zîlanê bandor li ser hemû jinê Rojhilata Navîn kir. Bi taybet jinên Kurd di bin bandora têkoşîna Zîlanê de man û gelek jinên Kurd navên zarokên xwe kirin Zîlan. Dayika Medîne Elî jî yek ji wan jinan e ku navê zaroka xwe kir Zîlan. Medîneyê got:"Dema ku me bihîst Zîlanê şehîd ketiye û me peyama wê xwend em gelekî di bin bandorê de man. Me bi hêviya ku zaroka me jî bibe şopdara têkoşîna doza Zîlanan loma me navê zaroka xwe Zîlan danî."
 
'Ez şopdara têkoşîna doza Zîlanê me'
 
Keça Medîneyê, Zîlan Hemo da zanîn ku ew gelek şanaz û bi sîûde ku navê Zîlanê lê hatiye kirin û got:"Ji ber ku navê Zîlan li min hat kirin, ev bû sedem ku ez hestên cuda bijîm û baweriya min zêdetir bû. Diya min bi hêviya şopandina doza Zîlanê ev nav li min kir. Ez jî îro hewl didim ku vê hêviya diya xwe pêk bînim."
 
'Zîlanê destpêkirina dîrokek nû ye'
 
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) Elefterya Harûn anî ziman ku Zîlanê destpêkirina dîrokek nû ye û got:"Çalakiya Zîlanê ji bo mînakek girîng e ku mirov sûdê ji wêrektiya wê bigire. Bi çalakiya fedaî ya Zîlanê me hêza xwe û sekna xwe nîşanî cîhanê da. Di heman demê de Zîlanê bi vê çalakiya xwe bersiv da pergala faşîst a ku gelê Kurd her diçewisande. Em ê jî di heman rêyê de têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Ez bi biryara şopandina rêya Zîlanê tevlî nava refên têkoşînê bûm'
 
Şervana Azadiyê Zîlan Dêrsim ku bi eslê xwe ji Efrînê ye, hestên hilgirtina navê Zîlanê wiha anî ziman:"Ez gelekî di bin bandora hêz û vîna Zîlanê de mam. Loma ji bo têkoşînê min ew mînak girt û mindest bi berxwedanê kir. Min xwest ku ez layiqî navê wê bim û heta dawî şopdarê rêya wê bim. Di berxwedana serdemê ya Efrînê de jî bi şopandina doza Zîlanan me li ber xwe da û Avesta û Barînê di rêya Zîlana de bûn sembolên têkoşîna azadiyê."