ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2018'AN

  • 09:00 29 Hezîran 2018
  • Rojev
*Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi çalakiya fedaî ya ku li navenda Dêrsimê pêk anî pêşengtî ji hezaran jinî kir. Zîlana ku ji bo parastina nasname û îradeya jinê her dem têkoşiya tu carî serî netewand. 
DÎMEN HEYE
 
*Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa xizmên parlamenterên AKP’ê de li Pirsûsê hatin qetilkirin û kurekê wê jî bi birîndarî hat girtin, diyar kir ku divê hem qeydên kamerayê yên kargerî û nexweşxanê derkevin holê û wiha agot: “ Hun çima vedişêrin? Madem hun mafdarin hun çima nîvê şevê diçin dîwarên nexweşxanê boyax dikin? Ev nexweşxaneyek çawaye?” Emîneyê banga hestiyariyê li hemû kesî kir. DÎMEN HEYE
 
*Vesîle Kaya ya 62 salî ku tevî nexweşî û temenê xwe li ser îfadeya şahidê veşarî 7 mehan girtî ma  şahida tiştên ji salên 90’î heta niha li Kurdistanê hatine jiyîne.
 
*Seroka Giştî ya Ka.Derê Nuray Karaoglu  temsiliyeta jinê ya dema nû a li meclîsê nirxand û got wan di mijara ku meclîs wê dîsa bibe mêr hişyar kiribûn û got wan gotiye ku divê li dijî serdestiya mêr jin bêjin ‘na’ û got ew wek jin ji partiyan daxuyaniyekê dipên. DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Bûldan diyar kir ku dê li dijî faşîzmê bêtir têbikoşin û di derbarê gefên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu de got:"Suleyman Soylu bi gefên ku li me dide xwarin dixwaze wezaretê bi dest bixin. Di nava wan de nakokî heye. Soylu ji bo paldanka xwe saxlem bike êrîş dike. Dubarekirina salên 90'î ji bo Tirkiyeyê êşek bê tarîf e."
 
*Endama Meclîsa Jinê ya Minbicê Hena Şerîf derbarê hevdîtinên Amerîka û Tirkiyeyê yên li ser Minbicê diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye têkeve Minbicê û got:"Em dikarin xwe bi rê ve bibin. Hewcedarî bi pergala desthildatdarî û dagirkirinê tuneye."DÎMEN HEYE