4 zarok ji aliyê zirbavên xwe ve birçî hatin hiştin

  • 18:12 28 Hezîran 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê 4 xwişk û birayên ku temenê wan di nava 11 û 7 salî de diguhere 10 rojan birçî hatin hiştin û bi tundiyê re rûbirû man.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê xwişk û birayên bi navê Ş.A. (11), H.A (10) û ya bi navê L. ji aliyê zirbavê xwe ve 10 rojan birçî hatin hiştin û bi tundiya fizîkî re rûbirû man. Zarokên ku bi  tundiyê re rûbirû hatin hiştin piştî ku rakirin nexweşxaneyê hat diyarkirin ku di bedena wan de morbûn heye û hestiyên wan jî şikestine. 
 
Bav hat girtin û şandin girtîgehê û zarok jî dudu hîna tên demrmankirin û dudu jî şandin stargeha zarokan. Hat diyarkirin ku rewşa zarokan ber bi başbûnê ve diçe. Eqûbeta dayika zarokan jî nehat aşkerakirin.
 
Platforma Jinan a Mêrdînê, diyar kir ku ew ê bûyerê bişopînin û zarokan tenê nehêlin.