Li Kampa Til Ezerê ji bo berxwedêr Zîlan civîn hat lidarxistin

  • 09:21 28 Hezîran 2018
  • Rojane
Viyan Seîd/Nesrîn Hisên
 
ŞENGAL - Li Kampa Til Ezer a Şengalê ji bo salvegera berxwedêr Zeynep Kinaca (Zîlan) ji aliyê TAJÊ ve civîn hat lidarxitin. 
 
Di 30'ê Hezîrana 1996'an de berxwedêr Zeynep Kinaci (Zîlan) ji bo balê bikişîne ser êrîşên ku li ser vîna gelê Kurd tê kirin, li navenda Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî. Li Kampa Til Ezer a Şengalê ji bo salvegera berxwedêr Zeynep Kinaci (Zîlan) ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve civîn hat lidarxitin. 
 
Li ser navê TAJÊ Binevş Tolhildan axivî û got:"Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî nîşan da ku jinên Kurd êrîşên dewleta tirk qebûl nakin û teslîm nabin. Di heman demê de Zîlanê tola jinên Dêrsimê sitend. Tu hêzên dagirker nikare hêz û îradeya jin û gelê Kurd teslîm bigire."