Li Girtîgeha Osmaniyeyê li girtiyan îşkence: Dibe ku sibehê dereng be

  • 09:05 28 Hezîran 2018
  • Rojane
OSMANIYE - Çar girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'ê ya Osmaniyeyê dimînin diyar kirin ku ew her roj rastî şîdet, îşkence û zextên gardiyanan tên. Hevşaredara Pasûrê ya ku qeyûm hatiye tayinkirin Sadiye Suer Baran, banga hestiyariyê kir û wiha got: “Dibe ku sibehê dereng be.”
 
Zextên li ser girtiyên siyasî roj bi roj zêde dibin. Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'ê ya Osmaniyeyê jî li girtiyan îşkence û şîdet tê kirin. Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer, ku dewsa qayyim hat tayinkirin û niha li wê girtîgehê girtî ye diyar kir ku îşkence roj bi roj zêde dibe.
 
Sadiye bi hevkariya keça xwe Melek Baran xwe gîhand ajansa me û diyar kir ku bi wê re sê hevalên wê yên din yên jin ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin. Melekê bi lêv kir ku dayika wê Sadiye bi sê jinan re li koguşê dimîne û li wir koguşek siyasî heye. Melekê got jinek ji Efrînê xwestine bikin koguşa dayika wê, lê li dijî vê derketine. Melekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min got ‘ dema jin ji cem wan hatiye derxistin ewil ew birine koguşa edliyan û piştre jî birine ya serbixweyan. Hevalek me her roj di hucreyê de tê girtin. Her roj em rastî zextekê tên.’”
 
‘Li bedena jinan şopên reş hene’
 
Melekê destnîşan kir ku dayika wê ragihandiye ku gardiyan her roj bi ser koguşan de digirin û li bedena wan şopa derbeyan heye û got wê serî li ÎHD’ê daye û her wiha bang kir ku divê her kes xwedî li girtiyên li Osmaniyeyê derkevin. 
 
Sadiyeyê di nameya ku di 30’ê Gulanê de ji JINNEWS’ê re şandibû de jî binpêkirinên mafan anîbû ziman. Sadiyeyê gotibû dema ji Hîlwanê surgunî Osmaniyeyê hatiye kirin rastî tacîza gotinî ya gardiyanan hatiye.