ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 28 Hezîran 2018
- Rojev
*Endama Dermangeha Nexweşxaneya Ş. Lêgerîn, Malva Hesen derbarê tenduristiyê de ragihand ku divê her mirov li tenduristiya xwe miqate bin çimkî tênduristî hêza mirova ye û got:"Bi taybet jî divê mirov her roj bimeşin û werzîşê bikin ku bedena mirov her zindî bimîne." DÎMEN HEYE
*Îdanameya derbarê Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin ku li ser îfadeyê hatiye girtin hîna nehatiye amdekirin. Keça Zulfiye Melîke Kîşmîr diyar kir ku ew derbarê dosyaê de nikarin agahiyê bigirin û bersîva serlêndanên ku kirine jî ji wan re wiha hatiye dayîn: "Biryara veşertinê li ser dosyaê heye û hîna 3 kesên din ku divê bên girtin hene. Piştî ku ew jî bên girtin em ê biryarê bidin." DÎMEN HEYE
*Çar girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'ê ya Osmaniyeyê dimînin diyar kirin ku ew her roj rastî şîdet, îşkence û zextên gardiyanan tên. Hevşaredara Pasûrê ya ku qeyûm hatiye tayinkirin Sadiye Suer Baran, banga hestiyariyê kir û wiha got: “Dibe ku sibehê dereng be.”
*Çar girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'ê ya Osmaniyeyê dimînin diyar kirin ku ew her roj rastî şîdet, îşkence û zextên gardiyanan tên. Hevşaredara Pasûrê ya ku qeyûm hatiye tayinkirin Sadiye Suer Baran, banga hestiyariyê kir û wiha got: “Dibe ku sibehê dereng be.”
* Ayşe Çelîk ku yekane çavkaniya debara wê bîsîkleta seyare ye û bisiklêta wê ji aliyê zabiteyên şaredariyê ve hat girêdan wiha got: “Şaredarî alternatîfan hilnaberîne û pêşî li çavkaniyên debara gel jî digire. Em çi bikin? Ma em birçî bimînin? Em diziyê bikin.?” DÎMEN HEYE
*Parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr, diyar kir ku ew wek jinên HDP’ê li meclîsê wê rengên xwe derxin holê û got hedefa wan ev e ku koma jinan ava bikin. DÎMEN HEYE
*Seroka Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Îzmîrê Kisbes Aydin diyar kir ku di mijara temsiliyeta jinan a di hilbijartinan de partî di polê de mane û wiha got: “Pergala hevserokatiyê heta wekheviya zayendê pêk bê dikare bibe çareserî. Ji ber HDP vê pêk tîne hinek kes vê rast nabînin. Lê divê pergala hevserokatiyê bê xurtkirin û bikeve qanûnê. DÎMEN HEYE
*Bi biryardayina hilbijartina pêşwext a ku ji aliyê tifaqa AKP/MHP'ê hat dayin, maratona xebatên hilbijartinê ya ku di 24'ê Hezîranê de hat kirin, dest pê kiribû. Tifaqa AKP/MHP'ê bi hemû derfetên heyî yên dewletê, bi alîkariya medyaya ku ji sedî 90 di destên wan de ne û her wiha bi alîkariya hemû saziyên li Tirkiyeyê yên di destên îktidarê de (Tevî şaredariyên bajarên Kurdan ên ku qayyim hat tayinkirîn), xebatên xwe yên hilbijartinê meşandin. Divê di vir de em piştgiriya İngilistanê û Amerikayê jî ji bîr nekin. Berî hilbijartinan hevdîtina bi Îngilistanê ne mijarek belasebe bû. Her wiha daxuyaniya Îngilistan û Amerikayê ya piştî encamên hilbijartinê jî vê yekê piştrast dike. Namzetê Serokkomariyê Selahattin Demirtaş li Girtîgeha Edîrneyê xebatên hilbijartinê meşand. HDP'ê jî li derve tevî hemû qedexe, êrîş, gef, zext, binçavkirin, girtin, kuştin û zordestiyên ku lê hat kirin, xebatên xwe berdewam kir. JI PÊNÛSA JINAN