Rapora ÎHDP'ê ya derbarê Pirsusê de: Divê berpirsiyar bên cezakirin

  • 15:35 27 Hezîran 2018
  • Rojane
RIHA - ÎHD'a Rihayê rapora derbarê komkujiya 14'ê Hezîranê ku ji aliyê alîgirên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yilidiz ve hat kirin ku di encmaê de 4 kesî jiyana xwe ji det da aşkerakir. Di raporê de hat xwestin ku bûyer bê ronîkirin û berpirsiyar bên darizandin.
 
ÎHD'a Rihayê rapora derbarê Komkujiya li Pirsûsa Rihayê ku ji aliyê alîgirên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat kirin de û di necamê de 4 esnafan jiyana xwe ji dest da bi civîneke çapemeniyê aşkera kir.  Rapor ji aliyê serokê ÎHD'a Rihayê  Mîkaîl Yavuz ve hat xwendin. Mîkaîl diyar kir ku bûyer li dikana malbata Şenyaşar hatiye destpêkirin, li nexweşxaneyê hatiye berdewam kirin û bi bîr xist ku di encmê de 4 kesî jiyana xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.  Mîkaîl di berdewamiyê de ragihand ku bûyer bi çekên bê ruhset hatiye kirin û li nexweşxaneyê jî dîsa bi van çek û alvên tuj hatiye berdewamkirin.
 
Mîkaîl anî ziman ku piştî bûyerê jî tu ewlehî nehatiye girin û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Dozgerî diyar dike ku ji bo bûyera mijara gotinê tu delîl nehatine topkirin, li nexweşxaneya ku bûye wekî qada şer jî hemû delîl hatine tunekirin û nexweşxane hatiye paqijkirin û delîlên sûc nehatine parastin."
 
Mîkaîl di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku wan bi Emîne Şenyaşar re û 4 şahidên ku nexwestin navê wan bê aşkerekirin re jî hevdîtin kirine, di hevdîtnên ku kirine de jî hatiye ragihandin ku delîlên li nexweşxaneyê ji bo ku bên tune kirin heta bi dîwarê nexweşxaneyê di heman rojê de hatiye boyaxkirin.