'Em e jinên kurd şopdarên berxwedana Zîlanê ne'
- 12:34 27 Hezîran 2018
- Rojane
Viyan Seîd/ Nûpelda Têkoşîn
ŞENGAL - Li Xanesorê Zeynep Kinaci (Zîlan) di hefteya salvgera çalakiya xwe de bi civînekê hat bîranîn. Di civînê da sînevîzyon hat temaşekirin û li ser çalakiya Zîlan axaftin hat kirin.
Li navçeya Xanesorê di pêşengiya Meclisa Giştî ya Xanesroê de bi minasebeta hefteya salvegera çalakiya Fedeî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) cîvn hat lidarxistin di cîvînê de li ser girîngiya çalakiya Zîlanê axafitn hain kirin.
Nafiye Meşo ya ku li ser navê Meclisa Giştî ya Xanesorê axafin kir ev tişt got: "Ev hefte hefteya salvegere çalakıya fedai ya Zîlanê ye. Zilan a ku zilm û zoriya dewleta desthilatdar qebûl nekir, berê xweda wargehên azad çiyanên Kurdistanê. Zîlan weke jineke têkoşer, komploya li ser Serokatî ku xwestin pêk bînin, êrîşên li ser Gelê Kurd qebûl nekir û di 30'ê Hezîrana 1996'an de di mersîmeke leşkerên tirk a li Dêrsimê de çalakiya fedayî li dar xist û jiyana xwe ji dest da . Zîlan a ku zilm û zordestî qebûl nekir niha ji bo me sembola jinên ku li dijî zimê serê xwe natewînin e.. Em jî bejna li ber çalakiya Zîlanê di tewînin û em wê û tevahiya şehîdên fermana 73'yan bi bîr tînin Weke jin em jî soz didin heta ku dilopek xwûn di laşe me de hebe em zilm û zordestiya ku li ser jinê tê meşandin qebûl nakin.”
Piştî axaftinan civîn bi sînevizyona ku li ser jiyan û têkoşîna Zîlanê hat temaşekrin bi dawî bû.