Li Şengalê civîn hat lidarxistin

  • 10:51 27 Hezîran 2018
  • Rojane
Nisrîn Hisên/ Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Li Gundê Dehola girêdayî Şengalê ji aliyê TAJÊ ve ji bo berxwedêr Zeynep Kinaci (Zîlan) civîn hat lidarxistin. 
 
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyek fedaî li dar xistin. Derbarê salvegera Zîlanê de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) civînek li dar xist. 
 
Di civînê de li ser navê TAJÊ Binevş Êzidxan axivî û got:"Şehîd Zîlan weke jineke ciwan bi fedayîbûna xwe dihat naskirin. Zîlanê di nav hevalên xwe de pir dihat hezkirin. Zîlanê berî ku çalakiya xwe ya fedaî pêk bîne nameyekê ji Rêber Apo re dişîne. Zîlanê dibêje 'Xwezî ji canê min bi qîmettir tiştekî din heba ku min bi te da'. Em ê heta dawî şopdarê doza Zîlanan be."
 
Civîn bi temaşekirina sînevizyona li ser kesayeta Zîlanê bi dawî bû.