Hozan Canê hat girtin

  • 09:52 27 Hezîran 2018
  • Rojane
EDÎRNE - Hozan Canê ya ku ji bo xebatên hilbijartinê yên HDP'ê çû Edîrneyê hat girtin.
 
Hozan canê ya hemwatiya Almanyayê ye, ji bo xebatên hilbijartinê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûbû Edîrneyê û li Navçeya Eneza Edîrneyê hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya dozger Canê bi daxwaza girtinê sewqî 1'emîn Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin. Dadgehê Canê bi hinceta "Endama Rêxistinê ye" girt. 
 
Wekî hincet jî sahneya ku di filmên "74'emîn Fermana Şengalê" de, Canê çek girtibû, hat nîşandan. 
 
Canê şandin Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê.