'Îrade û wekheviya gelan ew ê dijmin tune bike'
- 09:16 27 Hezîran 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Jinên Ereb yên navçeya Holê a girêdayî kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê plan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin:"Em dixwazin dewleta tirk ji ser axa Bakurê Sûriyeyê derkeve."
Jinên Ereb yên navçeya Holê a girêdayî kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê plan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin:"Em dixwazin dewleta tirk ji ser axa Efrînê derkevin. Dê yekîtiya gelan planên neyaran têk bibe."
Jina bi navê Henan Xidir diyar kir ku dewleta Tirk nikare li himber îradeya gelan biser bikeve û wiha got: "Em wekî gelê Ereb piştgiriya gelê berxwedana serdemê dikin û em dibêjin ku tu hêz nikare li himber îradeya gelan bisekine, çawa hêzên Sûriyeya Demokratîk me ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir, îro ew hemû gelê Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan rizgar dike û em bawer in ku QSD dê bi ser bikve".
'Dê êrîşên dewleta tirk vala derkeve '
Jina bi navê Iqbal Salih da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ew ê vala derkevin û wiha got: "Êrîşên Erdogan ên li ser Bakurê Sûriyeyê me natirsîne, ji ber baweriya me bi fikir û felsefeya Rêber Apo heye. Erdogan nikare daerbasî Minbicê bibe û em ê Efrînê ji dagirkeriya wî xelas bikin ji ber em hemû gelê Minbic in û em ê piştgiriyê bidin Minbicê".
Iqbalê wiha domand:"Em di demekê derbas bûn me nizanîbû wekheviya gelan çiye, mafê jin çi ye lê piştî ku me fikir û felsefeya rêbertî nas kir, îro em jiyanek bi wate dijîn, jiyanek bi hezkirin û wekhev, ji ber vê yekê jî Dewleta Tirk êrîşî Rojava-Bakurê Sûriyê dike, ta ku pirojeya rêbertî a ku li dijî berjewendiyê dewleta ne û gelan esas digere tune bike ".
Iqbalê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Îrade û wekheviya gelan ew ê dijmin tune bike. Em wekî jinên Ereb ger were xwestin em ê rahêlin çeka xwe û li hember dijmin derkevin û bi yek dengê bang bikin û bibêjin ji dagirkeriyê re na."