ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 27 Hezîran 2018
- Rojev
*Li Rihayê ku xîle û nelêrêtiyên hilbijartinê pir zêde hatin jiyîn, Ayşe Surucu li ser navê HDP’ê ket meclîsê û diyar kir ku ew di bin siya çekan de ketine hilbijartinê lê desthilatdarî negihaştiye armanca xwe. Ayşeyê destnîşan kir ku li Rihayê îradeya jinê di sindoqan de xuya kir û wê li meclîsê bi vê re têbikoşin. DÎMEN HEYE
*Serpîl Kemalbay destnîşan kir ku yekem partiya ku li meclîsê temsiliyeta jinê bi asta bilind bi dest xistiye HDP ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Krîza demokrasiyê ku gelek darbe xwariye didome. Em ê bi jinên partiyên din re bibin hevpvar û em ê vê bigirin dest. Êdî li qadan hewcedarî bi hewldanek xurt heye.”DÎMEN HEYE
*Jinên li dijî Kana Kirêcê ya Nuhoglu ya Qoserê di çalakiyê de ne wiha gotin: “Em nikarin li ser banên xwe razên. Zarokên me nexweşin. Kes dengê me nabihîze.” Jinan bang li rêxistinên hawirdorê kirin.DÎMEN HEYE
*Cîgira Serokê Giştî yê KED’ê Şukran Dogan bi lêv kir ku HDP’ê tevî her tiştî bend derbas kiriye û bûye partiya sêyemîn a meclîsê.
*Jinên Ereb yên navçeya Holê a girêdayî kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê plan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin:"Em dixwazin dewleta tirk ji ser axa Bakurê Sûriyeyê derkeve."DÎMEN HEYE
*Parlamenterên HDP’ê yên piştî 24’ê Hezîranê wê bikevin meclîsê, diyar kirin ku wê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û pirsgirêkên heyî bi hev re çareser bikin. DÎMEN HEYE