THÎV: Em ê li dijî îşkenceyê berxwedanê mezin bikin
- 15:14 26 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya ku di pêşengiya THÎV'ê de di 26 Hezîranê Roja Têkoşîna bi Îşkenceyê û Piştevaniya bi Kesên bi Îşkenceyê re rûbirû man de wiha hat gotin: "Banga ku ji bo kesên her çi dibe bila bibe bi îşkenceyê re rûbirû man ku serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û THV'ê bidin carekedin dubare dikin."
Wekqfa Mafên Mirovan, bi minasebeta 26 Hezîranê Roja Têkoşîna bi Îşkenceyê û Piştevaniya bi Kesên bi Îşkenceyê re rûbirû man de, li Amed, Stenbol, û Îzmîrê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya ku li Amedê hat dayîn de Komeyeya Mafên Mirovan (ÎHD) odeya tabîban a Amedê, Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Gel, Weqfa Mafên Mirovan a Amedê tevli bûn.
Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku piştevaniya bi kesên rastî îşkence hatin girîng e û ev tişt hat g otin "Li Tirkiye piştî 20'ê Tîrmeha 2016'an rewşa awarte hat îlan kirin û şûnde azadiya mafên bingehîn hatine asteng kirin. Di milê îşkence û muameleyên xerab de jî binpêkirin pir zêde bûye. Di sala 2017'an de 616 kesan serî li TÎHV'ê daye. Li Tirkiye îşkence gelek zêde bûye û ketiye astek tirsnak. Di navbera 16'ê Tebaxa 2015 û 1'ê Hezîrana 2018'an de herî kêm 1 milyon û 809 hezar welatî ketine bin bandora qedexeya kolanan."
Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku demek berî demekê OHAL bi dawî bibe û ev îşkenceya li ser mirovan tê meşandin jî bi dawî bibe.
Îzmîr
Li 133 zarokan îşkence hatiye kirin
Di daxuyaniyali Îzmîrê hat dayîn de jî ev tişt hat gotin: "Li gorî daneyên 2017'an ên ÎHD'ê ji bilî binçavkirinê hêjmara kesên hatin girtin û hikûm li wan hat xwarin zêde bû. Di vê pêvajoyê de 133 jê zarok 5 hezar û 268 kes rastî îşkenceyê hatin. Di serdema OHAL'ê de rojnameger, siyasetmedar û akademîsyen hatin girtin. Li gorî daneyan di sala 2005'an de hêjmara girtî û hikumxaran 55 hezar û 870 kes bûn. Li gorî kanûna 2017'an hêjmar gihişt 232 hezar û 179 kesan. Di meha nîsana 2018'an de hêjmara girtiyan 467 hezar û 673 kes bi kontrol hatin berdan û li derve bi kontrol tên darizandin. "
Stenbol
Li Stenbolê jî di pêşengiya THîV'ê de daxuyaniyeke hevpar hat dayîn, pêvajolya OHAL'ê hat bibîrxisitn û bal hat kişandin ser binpêkirina mafan a vê serdemê.