Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 11:43 26 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 766’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 766’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 765 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan tim hatin redkirin. Dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.