'Gefên dewleta tirk tê wateya guhertin û zindîkirina împratoriya Osmanî'
- 11:09 26 Hezîran 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Endama Meclisa Zagonsaz Haystan Xelef gefên dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxand.
Êrîş û gefên dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêde dibin. Her wiha Tirkiyê dixwaze êrîşên xwe rewa bike û di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî bêdengiyek ji aliyê hikûmeta Kurdistanê û Îraqê ve li dijî vê dagirkeriyê heye. Têkildarî mijarê Endama Meclisa Zagonsaz Haystan Xelef rewşa herî dawî ku herêm tê re derbas dibe,nirxand û teqez kir ku dê têkoşîna gelan bidome heta ku dewleta tirk a faşît têk biçe.
Weke Gurên har êrîşî nirxên gelan kirin
Haystanê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî Şoreşa vejîn û azadiya gelan pênase kir û wiha domand:"Pêwîst bû ku Gelê rojavayê Kurdistanê Şoreşekê li dar bixe da ku bikaribe statuyekê ji xwe re bide avakirin. Şoreşa ku hat lidarxistin jî şoreşeke vejîn her wiha guhertin û veguhertinê bû. Gel xwe di her qadên jiyanê de birêxistinkir ji aliyê xwesazîkirin û parastinê de. Xwebirêxistinkirina gelê kurd,ereb û aşûr jî bi xwe re yekîtiyek avakir. Dewletên cîran û derdorê jî wekî gurên har êrîşî destkeftiyên gelan kirin û bi taybetî jî piştî ku projeya Netewa Demuqratîk hat pêşkêşkirin ev êrîş zêdetir bûn."
Gef û hevpeyman tê wateya guhertin û zindîkirina împratoriyê ye
Haystanê gef û hevpeyamanên navneteweyî ên dewleta tirk bi alîkariya Rûsiya, Sûriyê û Amerîka her wiha Îranêli ser Efrînê jî ev tişt got:"Xwebirêxistinkirina gelê Rojava û Efrînê bi taybet ji bo dewletan wekî xeterî hat dîtin. Loma gef û hevpeymanên Tirkiyê bi alîkariya Rûsiya,Sûriyê, Amerîka û Îran li Efrînê hatin pêkanîn û Tirkiye êrîşî Efrînê kir. Gel 58 Rojên tijî berxwedan li dû xwe hişt û ji bo ku komkujî zêdetir pêk neyên ji neçarî xaka xwe terikand. Niha jî gefên Tirkiyê li ser Rojava zêde dibin, armanc ji van gefan zindîkirina împratoriya Osmaniyan û guhertina demugrafiya herêmê ye. Lê hêviya vegera Efrînê jî kêlî bi kêlî zindî dibe."
Çima Tirkiyê hilbijartina pêşwext kir?
Hayistanê hilbijartinên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê yên pêşwext bi armanca rewakirina qirkirin û dagirkeriya axa gelan pênase kir û wiha pêl da axaftina xwe:"Bi armanca ku hikûmeta AKP'ê bi ser bikeve, koçberên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyê dimînin bi nasname kir da ku dengê xwe bidin AKP'ê. Hilbijartin jî di rewşeke awarte de hat çêkirin.
Her wiha armanc ji hilbijartinê ew e ku qirkirina gelan û dagirkeriya axa wan rewa were dîtin."
Haystanê HDP wekî partiyeke azadî û aşîtiyê nîşan da û wiha berdewam kir:"Binçavkirina rêveberên HDP'ê bi xwe şaştiyeke û pilaneke ku gel ji pêşengên azadiyê qut bike. HDP partiya gelan e ew di hilbijartinên parlamenteriyê de ji %11 dengê anî û 67 kursî di parlamentoya Tirkiyê de bi dest xist."
'Bêdengiya Başûrê Kurdistanê şermeke dîrokî ye'
Haystanê dagirkeriya Dewleta tirk axa başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikûmeta Başûr wekî şermeke dîrokî dît û wiha pêde çû:"Bêdengiya Başûrê Kurdistanê tê wê wateyê ku di navbera wê û Tirkiyê de pilaneke veşatî heye. Li Başûrê Kurdistanê binpêkirin û dagirkeriya axê tê kirin û li hemberî vê bêdengiya Başûr dê li dîrokê bê qeydkirin. Divê helwestek were nîşandan ango dê bibin hevkarê çeteyên ku gelan qir dikin. Divê ku partiyên başûrê Kurdistanê dev ji berjewendiyên xwe yên kesane berdin û li nirx û berjwendiyên gelan bifikirin da ku dîsa şaştiyên hatine kirin neyên jiyîn."
'Lidarxistina Kongireya neteweweyî girîng e'
Haystanê di dawiya axafitna xwe de bal kişand ser kongreyeke neteweyî ya kurd û wiha dawî li axafitina xwe anî:"Divê partiyên Başûr ji bo kongerya neteweyî bikevin tevgerê ji bo ku sînorek ji dewleta tirk re were dayîn û maf û nirxên gelên kurd binpê neke."