Akadamiya Şehîd Şîlan dewreya perwerdê da destpêkirin

  • 10:25 26 Hezîran 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Akademiya Şehîd Şîlan 1'emîn dewreye perwerdê ya bi navê Şehîdên Komkujiya li Kobanê  ji bo 25 jinan da destpêkirin. 
 
Li Kantona Kobanê herêma Firatê 1'emîn dewereya Perwrwerdê ya bi navê Şehîdên Komkujiya Kobanê ji bo 25'ên jinan ji aliyê  Akademiya şehîd Şîlan ve hat destpêkirin. Di dewereya hat destpêkirin de wê jinên ji saziyên Kongira Star, Heyva Sor, Meclîsa Edaltê, Hêzên Parastina Civakê yên jin, endamên meclîs û komînan, desteya aborî, Girê Spî, Sirîn, Asayîşa jin, Meclîsa Zagonsaz, kedkar û şaradariyê tevli bibin. 
 
Dewreya ku hat destpêkirin wê 45 rojan dewam bike û wê waneyên bi sernavên  Îdelojî , civaka xwezayî , dîroka Kurdistanê, rastiya rêbertî, dîroka jinê, rexne û rexne dayîn, Jineleojî, zayendparêzî, hevjiyana azad, netew dewlet , netewa demokratîk, çand û exlaq, edaleta civakî, siyaseta demokratîk, aboriya demokratîk, ekolojik, parastina rewa, şerê taybet, tarzê rêveberiyê, rêzkname û pergala kongira star, komîn û meclis bên dayîn.
 
Destpêka perwerdeyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna giyana pakerwanên azadiyê des pê kir. Paşê endama Rêveberiya Kongreya Star Leyla Çiya axivî û wiha got: “Ev perwrde ji bo ku jinên me cewher û rastiya xwe nas bikin e. Girîngiya vê perwerdeyê ew e ku heta jinên me yên wiha têghîştî hebin, wê dijmin qet bi ser nekeve. Dijmin her tim hewil daye ku di kesayeta jinên kurd de gelê kurd qir bike.  Mînaka wê jî kiryaryên dewleta tirk ên niha li Efrînê ne. Ji bo vê jî divê jinên me xwe baş perwerde bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Merasima vekirinê bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.