'Em dixwazin jin bi rolek azad cihê xwe di civakê de bigire'

  • 09:01 26 Hezîran 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Mala Jinên Suryan, Eştarot bi armanca rêxistinkirina jinên Suryan xebatên xwe didomîne. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan Siham Qeryo derbarê xebat û rêxistinkirina jinên Suryan de got:"Ji bo jinên Suryan di civakê de pêş bikeve û neçewisin em xebatên xwebirêxistinkirinê didomînin û em di vê xebatê de zagonên Rêveberiya Xweser esas dibînin. Çimkî ev zagon ji bo parastina mafên jinê girîng e."
 
Mala Jinê, Eştarotê ji aliyê Yekîtiya Jinên Suryan ve di 12'ê Adara 2018'an de li Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê hat vekirin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan Siham Qeryo got:"Di nava rêveberiya me de jinên Kurd û Ereb jî cihên xwe digirin. Em bi hev re bi yek dilî xebatên xwe dimeşînin û li dijî şîddeta li ser jinê têdikoşin."
 
Sihamê da zanîn ku li Mala Jinê ya Suryan perwerdeya birdozî û ya parastina mafê jinê jî tê dayin û got:"Em li ser esasa parastina mafê jinê û azadiya jinê xebatên xwe bi rê ve dibin. Çimkî navê Eştarot jî ji navê xwedawenda sembola azadiyê Eştar hatiye girtin."
 
'Em dixwazin jin bi rolek azad cihê xwe di civakê de bigire'
 
Sihamê da zanîn ku ew dixwazin jin bi rolek azad cihê xwe di civakê de bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi jina azad jiyanek azad tê avakirin. Em jî dixwazin nûnertiya paristana şaristaniyê û azadiya jinê bikin. Em dixwazin ku hemû jin beşdarî xebatên me bibin ku şoreşên nû bê avakirin."