ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 26 Hezîran 2018
- Rojev
*Mala Jinên Suryan, Eştarot bi armanca rêxistinkirina jinên Suryan xebatên xwe didomîne. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan Siham Qeryo derbarê xebat û rêxistinkirina jinên Suryan de got:"Ji bo jinên Suryan di civakê de pêş bikeve û neçewisin em xebatên xwebirêxistinkirinê didomînin û em di vê xebatê de zagonên Rêveberiya Xweser esas dibînin. Çimkî ev zagon ji bo parastina mafên jinê girîng e." DÎMEN HEYE
*Namzete HDP’ê ya Çewlîkê Şefîka Dogan diyar kir ku HDP’ê bi têkoşîna jinan bend derbas kiriye û tevî dizija AKP’ê jî HDP’ê serkeftinek mezin bidest xistiye. BI DÎMEN
*Sala borî di mehên havînê de di navbera mehekê de çiyayên Omeryan du caran hatin şewitandin û îsal tevî hemû tiştî bi keskahiyê xemilî. BI DÎMEN
*Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya encamên hilbijartinê nirxand û got tu tiştek neqedya ye û wiha got: “Têkoşînê nû dest pê kir. Hişmendiya kolektîf derket holê. Em zêdetir rêxistin bûn û bi hêvî ne.”
*Jinên Wanê diyar kirin ku hilbijartin di bin hîle û zextan de derbas bûye û wiha gotğin: “Em gelek bi hêvî ne. Wê HDP li meclîsê be, lê têkoşîna me neqedya. Em ê wek jin têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.” BI DÎMEN