HDP li navçeyên qedexe bû partiya yekemîn

  • 15:12 25 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li cihên wekî Sur, Nisêbîn, Cizîrê, Sîlopî, Hezex û Geverê ku bi piranî hatin hilweşandin û qedexe li wan hat îlankirin HDP dîsa bû partiya yekemîn. Cihê ku herî zêde DHP'ê jê deng girt jî navçeya Cizîrê bû ku HDP lê ji sedî 82.13 serkeftî hat.
 
Di hilbijartina 24'ê Hezîranê ya ya serokomarî û parlamenteriyê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 11.63 bi dengên ku girtin 67 parlamenter  bi dest xist û li meclisê bû partiya muxalîf a 3'emîm.  HDP ya ku 25 parlamenterên jin şandin meclisê li cihên ku xeserî û qedexe li wan hat îlankirin bû partiya yekemîn.
 
HDP ya ku li gel barkirina sindoqan a li gund û taxên Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg û Amedê bû partiya yekemîn rêjeya dengan ku ji van herêman girt jî wiha ye:
 
* Li Sûrê 65.61
 
* Li Nisêbînê 81.66
 
* Li Cizîrê 82.13
 
* Hezex 73.30
 
* sîlopî 74.71
 
*Li geverê jî  80.79