Li Mêrdînê tanq ajotin ser gel
- 14:07 25 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî ku HDP'ê bendav derbas kir bi hezaran kes derketin derve û ev serkeftin bi coşek mezin pîroz kirin. Polîsan êrîşî bi hezaran kesî kir û gelek kes hatin binçavkirin. Li Nisêbînê jî polîsan tanq ajotin ser gel.
Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên pêşwext gel ji bo serkeftina HDP'ê derketin derve û ev yek pîroz kirin. Ji 10 kesî zêdetir binçavkirin çêbû. Li Nisêbîn û Qoserê jî polîsan êrîşî gel kirin.
Li Nisêbînê tanq ajotin ser gel!
Tevgerên Taybet ên polîs li Nisêbînê tanq ajotin ser bi hezaran kesên ku ji bo serkeftina HDP'ê derketin kolanan. Her wiha tevî zarokekî 13 salî 7 kes hatin binçavkirin. Polîsan tanq ajotin ser gel.
Kesên ku hatine binçavkirin nehat hînbûn ku birine ku derê.
Gelo li qereqolê îşkence tê kirin?
Li Qada Azadiyê ya Qoserê ji ber ku gel di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin polîsan bi TOMA'y'ê êrîşî gel kirin. Li navçeyê 3 kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên ku polîsan ew birine qereqolê ew ser piştê hatine razandin û dengê qêrînê hatiye bihîstin.