Kesên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

  • 09:40 25 Hezîran 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta salvegera komkujiya Kobanê malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ew bi bîr anîn. 
 
Di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê komkujî pêk anîbûn. Gelek jin û zarokan jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, Endamên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM, Hêzên Asayişê çên ser goristanên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo axivî û got:"Em wekî gelê Kurd bi gelek komkujiyan rû bi rû mane. Lê dîsa jî em dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
Piştre malbatan li ser goristanan find vêxistin.