‘Serkeftin a HDP’ê ye û berhema jinan e’
- 09:39 25 Hezîran 2018
- Rojane
AMED- Namzeda HDP’ê ya Amedê Ferda Fahrîoglu bi lêv kir ku jinan du mehan bê navber xebat meşandiye û wiha got: “Serkeftin a HDP’ê û berhema jinan e. Ez ji hemû jinan re spas dikim.”
HDP’ê tevî hemû astengiyan benda ji sedî 10 derbas kir û ket meclîsê. Li gorî daneyên fermî Salîha Aydenîz û ya wek parlamenter ket meclîsê û namzeta HDP’ê Ferda Fahrîoglu der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Emê ji bo azadiya hevalên xwe têbikoşin’
Namzetên parlamenteriyê yên Amedê Salîha Aydenîz û Ferda Fahrîoglu der barê mijarê de nirxandin kirin. Salîhayê destnîşan kir ku wan di xebatên hilbijartinê de dizanibûn pirsgirêka bendê ya HDP’ê tune ye û wiha got: “Pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune bû. Pirsgirêka ku di bin bendê de bê hiştin hebû. Emê ji vir şûnde ji bo azadiya hevalên xwe yên di girtîgehan de, li dijî tecrîdê li dijî kuştinên jinan têbikoşin.”
‘Ez ji bo jinan spas dikim’
Ferda Fahrîoglu jî bal kişand ser derbaskirina bendê ya HDP’ê û wiha pê de çû: “AKP’ê got em ê we bikin sindoqan lê me ew çal kirin. Jinan bê navber xebat meşandin. Hun dizanin heta 24’ê hezîranê du meh hebûn. Di vê pêvajoyê de jinan xebatek bi bandor meşandin. Serkeftina HDP’ê berhema jina ye. Ez ji hemû jinan re spas dikim.”