Şahidê komkujiya Kobanê Zergê Şêx Mehmûd: Dê nikaribin Kurda tune bikin
- 09:02 25 Hezîran 2018
- Rojane
Îlham Eko
KOBANÊ - Di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Şahidê komkujiya Kobanê Zergê Şêx têkildarî vê mijarê got:"Dê nikaribin Kurdan tune bikin."
Di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Şahidê komkujiya Kobanê Zergê Şêx Mehmûd ku xwarziya wê Jiyan di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, têkildarî vê mijarê got:"Em ê tu carî kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekin û axa xwe ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan biparêzin."
Zergê Şêx Mehmûd got:"Dema ku dengê çekan hat em derketin derve, me dît ku DAÎŞ derban bi ser gel de dibarîne. Xwarziya min jî birîndar bûbû. Lê Jiyan çeka bavê xwe girt û li çeteyan şer kir. Wê bi wêrektiyek mezin bersiv da çeteyan û jiyana xwe ji dest da."
'Hêza me û têkoşîna me dê ji faşîzmê re bibe bersiva herî xurt'
Zergê da zanîn ku ew jî di komkujiya Kobanê de birîndar bûbû û wiha domand:"Ez jî bi awayekî giran birîndar bûbûm. Biraziyên min hatin min ji Kobanê derxistin û birin nexweşxaneya Bakurê Kurdistanê. Ji bo komkujyên bi vî rengî careke din dubare nebe divê em hêza xwe bikin yek û li dijî dagirkeran xwe biparêzin. Hêza me û têkoşîna me dê ji faşîzmê re bibe bersiva herî xurt."
'Em ji bîr nakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Zergê bi lêv kir ku ew bi dilekî germ kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Neyarên me dibêjin qey gelê Kurd dê bi kuştinê biqedin û li çar parçeyên Kurdistanê êrîşî me dikin. Lê em Kurd qet naqedin em her hebin û berxwe bidin."