ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 25 Hezîran 2018
- Rojev
*Di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Şahidê komkujiya Kobanê Zergê Şêx têkildarî vê mijarê got:"Dê nikaribin Kurdan tune bikin."
DÎMEN HEYE
* Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Tecrîd pêkanînek dijhiqûqî ye. Divê demildest tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe."
*Hevseroka Konseya Karên Civakî ya Efrînê Erîfe Bekir derbarê rola jinê ya di aborî û siyasetê de diyar kir ku jina kurd her dem bi jêhatîbûna xwe derketiye pêş û got:"Karê aborî û siyasetê bi beşdarbûn û hêza jinê dê pêş bikeve."
*Derbarê encamên 24'ê Hezîranê yên ku bi awayekî fermî hîn teqez nebûye Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Kati Piri got:"Astenga herî dawî ya li pêş rejîma serokatiyê ya ne demokratîk jî rabû."
*Li Stewrêya Mêrdînê mêrê ku sala 2017'an de li dijî zarokê 4 salî îstîsmara zayendî kiribû, sûcê xwe qebûl kir û got ku "Şeytan min xapand"
*Heyeta danîmarkî ya ku hat Çewlikê û xwest ku çavderiyê bike û rastî êrîşa cerdevanan hat bal kişand êrîşên li ser muxalefetê û got ku şertû merce hemû di xizmeta îktîdarê de ne.
*HDP ya ku li gorî rêgezên wekheviyê tevgeriya li gorî encamên ne fermî ku hatin aşkerakirin herî kêm di 24'ê hezîranê de jî 24 parlamenterên jin dişîne meclisê.