Leşkeran kesên HDP'yî tehdît kirin
- 16:47 24 Hezîran 2018
- Rojane
AMED - Li Gundê Uçtepeya Bismilê AKP'yan nehiştin jin dengên xwe bi kar bînin û leşkeran kesên HDP'yî tehdît kirin.
Li Gundê Uçtepeya Bismilê ya girêdayî Amedê AKP'yan nehiştin jin dengên xwe bi kar bînin û leşkeran kesên HDP'yî tehdît kirin. Li gor agahiyên hat bidestxistin leşkeran ji HDP'yan got:"Em ê guleyan li we bireşînin û em ê we bikujin." Di vê kêliyê de endamên AKP'ê yên milê ciwanan di bin parastina polîsan de bi çekan li polên dibistanê yên ku sindoq lê hatine danîn geriyan.
Ew ê derbarê AKP'yên ku dengên komî bi kar anîn û nehiştin jin dengê xwe bi kar bînin de serîlêdana sûc bê kirin.