Birîndarên êrîşa 5'ê Heziranê dengê xwe bi kar anîn

  • 15:45 24 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED -  Ayten Ay û Mehmet Ozcan, ên di 5'ê Hezîrana 2015'an de beşdarî mîtînga mezin a HDP'ê bûn di êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bûn, çûn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn. 
 
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di 5'ê Hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê (5 Haziran) beriya hilbijartina 7'ê hezîranê mîtînga mezin pêk anîbû. Di mîtîngê de endamên DAÎŞ’ê êrîş kiribûn û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 400 kes birîndar bûbûn. Ji kesên birîndar bûn, piştî roj şûnde li ser sedye û kursiyan çûbûn dengê xwe bi kar anîbûn. Ji kesên bi giranî birîndar bûbûn Ayten Ay û  Mehmet Ozcan di vê hilbijartinê de çûn ser sindoqan û dengê xwe avêtin.
  
Ayten Ay a bi giranî birîndar bû û piyekî wî heta bin çongê jê bû jî dengê xwe li sindoqa hêjmar 2024'an a Dibistana Akkoyunlu ya navçeya Peyasê avêt. Ayten, diyar kir ku ji bo rojên xweş û aştiyê dengê xwe da û wiha got: “Mifteya rojên xweş û aram di destê me de ye. Bila her kes destê xwe dîne ser wîcdanê xwe. Bila her kes biçin ser sindoqan û deng bidin. Êdî dawî li vê zilmê bînin." 
 
Mehmet Ozcan, ên piyê wî şikestibûn û nîşaneyên serkeftinê bilind kiribûn li ser sindoqa 1084'an a Dibistan Karacaag a ÎMKB'ê ya navçeya Rezan dengê xwe avêt. Ozcan, piştî deng avêt diyar kir ku wî dengê xwe ji bo aştî, biratî, edalet û azadiyê avêt. Ozcan, da zanin ku ew dê di her şert û mercan de dengê xwe bavêje sindoqê û xwest her kes biçin ser sindoqê û teqez dengê xwe bidin.