Li Agiriyê heyeta Fransîz hat binçavkirin
- 15:40 24 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Agiriyê du kesên ji Fransayê hatin û tercîmanê wan hatin binçavkirin û li 3 rêveberên ÎHD'ê jî li Erziromê hatin binçavkirin. Herwiha li Îdirê jî AKP'yiyên ku dengê xwe aşkera bi kar anîn derxistin dervê dibistanê.
Li Agiriyê ku dengdayîn berdewam dike, li Erzirûm Îdîrê bê rêtî hat kirin.
Agirî
Heyeta ku ji bo hilbijartinê bişopîne heyeta ku ji du kesna pêk dihat û tercumanê wan hat binçavkirin. Sedema binçavkirina heyetê nehat zanîn.
Erzirom
Li Erziromê û li navçeya wê Tekmanê endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku çavdêrî dikirin Yavuz Karabulak, Sertaç Ozturk û Erdal Ozakçil hatin binçavkirin.
Îdir
Li navçeya Îdirê ya Karakoyunê li gundên Zor, Gulpinar û Îslamê hat aşkerakirin ku rêveberên AKP'ê aşkera deng bi kar anîne. Li ser bertekên peywirdarên li dibistanê û welatiyan AKP'yî derxistin dervê dibistanê û dengên aşkera jî hatin îptalkirin.
Li bajarokê Halfeliyê jî hat îdakirin ku dengên bê mor hatine tespîtkirin.