Pervîn Buldan dengê xwe bi kar anî: Bila bibe wesîleya siberojek ronî

  • 12:59 24 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL- Hevseroka Giştî ya HDP'ê û namzeta parlementeriyê ya HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan li Dibistana Navîn a Mevlanayê ya li Kuçeya Hamdiyeya Navçeya Sultanbeyliyê dengê xwe bi kar anî û got:"Em hêvî dikin ev hilbijartina dê bibe wesîleya siberojek ronî."
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê û namzeta parlementeriyê ya HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan li Dibistana Navîn a Mevlanayê ya li Kuçeya Hamdiyeya Navçeya Sultanbeyliyê dengê xwe bi kar anî. Pervîn Buldan piştî ku dengê xwe bi kar anî got:"Tenê dengek jî ji bo siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e. Divê hemû kes dengê xwe bi kar bîne û îktidara heyî re bibêje Temam."