Gundiyên ku sendoqên gundên wan hatin barkirin ketin ser rêyan
- 12:58 24 Hezîran 2018
- Rojane
WAN - Li gund û taxên navçeya Wanê Qelqeliyê welatiyên ku sendoqên wan hatin barkirin di setên serê sibehê yên zû de ji bo ku dengê xwe bi kar bînin ketin ser rêyan.
Welatiyên ku cihê sendoqên wan bi biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hatin guhertin ji bo ku dengê xwe bi kar bînin ketin rê. Jina 55 salî Xunav Bîlen diyar kir ku ew ji bo berteka xwe nîşan bidin bi meşê ketine rê û çûne dengê xwe bi kar anîne. Xunav wiha berdewam kir: "Barkirina Sindoqan ji bo me ne girîng e. Em serê sibehê çûn me dengê xwe bi kar anî û em hatin. Em ê bi ser kevin."
'Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe em ê dengê xwe bi kar bînin'
Dîsa li navçeyê li taxa Îngîlîz jî welatî ji bo ku dengê xwe bi kar bînin 2 kîlometre rê meşiyan û çûn taxa Hesen Temîran. Ji welatiyên ku çûn dengê xwe bi kar bînin Ayşe Naya diyar kir ku heqaret li wan hatiye kirin, anî ziman ku taxa wan ji ya ku sendoqên wan lê hatine bicihkirin mezintir e û ev titşt got: " Çiqas dur bibira jî me yê biçûna dengê xwe bi kar bianîna. Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe em ê dengê xwe bi kar bînin."