Serpîl Kemalbay dengê xwe bi kar anî
- 12:52 24 Hezîran 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Herema 1'emîn a Îzmîrê Serpîl Kemalbay dengê xwe bi kar anî û hêviya aştî û azadiyê kir.
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Herema 1'emîn a Îzmîrê Serpîl Kemalbay dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Çimentepeyê bi kar anî.
Serpîlê wiha got:"Dema ku min dengê xwe bi kar anî min di dilê xwe de Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, hemû hevserokên me yên girtî û 6 hezar kesên partîyî û girtîne, bi bîr anî. Em gelekî xebitîn û kedek mezin me da. Ez bawer im ku ev keda me bi erdê nateqe û em ê bi ser bikeve."