Li Wanê û Bedlisê gel tevî astengiyan dengê xwe bi kar tînin

  • 12:11 24 Hezîran 2018
  • Rojane
WAN / BEDLÎS - Li gelek navçeyên Wanê tevî astengiyên polîs û jandarmayê gel herikîn dibistanan dengê xwe bi kar anî û dibistan terk nekir. 
 
Li Wanê bikaranîna dengan serê sibehê saet di 08.00'an de dest pê kir. Ji bo kes dengan nedizin gelê Wanê serê sibehê saet di 06.00 de baxçeyên dibistanan tije kirin. Kesên ku dengê xwe bi kar anî dibistan terk nekirin. 
 
Li Şaxê êrîşî endamên sindoqan kirin
 
Li Navçeya Şaxa Wanê kesên AKP'yî û navên wan Îskender Şeylar û Îsmet Şeylar êrîşî wesayeta endamên sindoqan ên HDP'ê kirin. Jandarmayê mudaxaleyî kesên êrîşkar nekirin. 
 
Gel bertek nîşanî astengkirina jandarmayê da
 
Li navçeya Sêrê ya Wanê jandarma bû asteng ku gel dengên xwe bi kar bînin. Gel bertek nîşanî vê yekê da. Jandarmayê xwest ku hinek ciwanan bixin bin çavan lê bi mudaxaleya parêzaran ew ciwanan serbest hatin berdan. 
 
Her wiha li Dibistana Seretayî ya bi navê Vali Mithat jî polîsan kontrola GBT'ê ya gel kir. Di nav muşait û polîsan de nîqaşên biçûk derket. Parêzer ketin dewrê û nîqaş bi dawî bû. 
 
Bedlîs
 
Her wiha li gundê Çilxora Tetwana Wanê hat diyarkirin ku muşahitên HDP'ê ji aliyê cerdevanan hatine derbkirin.