Tulay Hatimogullari li Edeneyê dengê xwe bi kar anî
- 10:41 24 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari dengê xwe bi kar anî û got:"Em hêvî dikin ku em ê îro dawî li îktidara 16 salan a ku zilm li gel kir bi dawî bîne."
Namzeta Parlamenteriyê ya dora yekemîn a HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari li Dibistana Navîn a Anadoluyê ya Yuregirê dengê xwe bi kar anî. Tulayê li vir axivî û got:"Ew ê îro wekhevî û aştî bi ser bikeve. Em hêvî dikin ku em ê îro dawî li îktidara 16 salan a ku zilm li gel kir bi dawî bîne. Dê li Tirkiyeyê rûpelek nû ya spî vebe û dê wekhevî bi ser bikeve."