Parêzeran bang li muşait û hilbijêran kirin

  • 10:31 24 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê bikaranîna dengan bi bêusuliyê dest pê kir. Li navçeya Zeytinburnuyê komek nîjadperest ku ji 50 kesî pêk dihat êrîşî HDP'yan kirin. Li hinek navçeyan jî wesayetên bê plaka hat dîtin. 
 
Li Stenbolê bikaranîna dengan bi bêusuliyê dest pê kir. Parêzeran muşait û hilbijêr hişyar kir û gotin ku divê di warê ewlehiya hilbijartinê de hilbijêr û muşait baldar bin. 
 
Hinek bêusuliyên ku hatin jiyîn wiha ne:
 
*Li dibistana seretayî ya bi navê Hasan Kaginci û li Kuçeya Demirkapiyê wesayetên bê plaka hatin dîtin. 
 
*Li Bakirkoyê û li der û dora wê hat dîtin ku AKP'yan qurdelên şîn bi xwe xistine. 
 
*Li hinek dibistanan rozetên 15'ê Tîrmehê hineka bi xwe xistibûn û parêzera li dijî rozetan derketin. 
 
*Serê sibehê li Dibistana Seretayî ya İmam Xetîbê ya li Kazliçeşmeya Zeytinbûrnûyê 50 kesên nîjadperest êrîşî HDP'yan kirin.