Dayika 107 salî dengê xwe da
- 10:14 24 Hezîran 2018
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê dayika 107 salî Kumrî Agdemîr çû ser sindoqê û dengê xwe da.
Li tevahiya Tirkiyeyê dengdayinê saet di 08.00’an de dest pê kir. Li Êlihê, di saetên zû de hemwelatî li ber derê dibistanan kom bûn. Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP’yê Ayşe Acar Başaran li taxa Bağlarê li Dibistana Navîn a Selçukluyê dengê xwe da.
Hemwelatiyên temenmezin jî zû çûne ser sindoqan û dengên xwe dan. Dayika 107 salî Kumrî Agdemîr a ku bi zorê dimeşiya jî dengê xwe da. Dayika Kumrî ku bi alîkariya lawê xwe hat ser sindoqê û bi zorê diaxifî wiha got: “Ji bo HDP bendê derbas bike ez hatim ser sindoqê. Çi bi xêr be bila ew be.”
Li dibistanên ku li gorî astengdaran nehatine dizaynkirin, di dema dengdayinê de jî gelek zehmetî hatin kişandin.