Başak Demirtaş dengê xwe da: Rojên xweş nêzîk in
- 09:58 24 Hezîran 2018
- Rojane
AMED - Hevjîna Namzedê Serokomariyê yê HDP’yê Selahattîn Demirtaş Başak Demirtaş, dengê xwe da. Başak Demirtaş wiha got: “Êdî bi dawîanîna bêedaletî û neheqiyê îro di destên me de ye.”
Hevjîna Namzedê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin Başak Demirtaş, li Amedê çû ser sindoqê û dengê xwe da. Başakê, piştî li taxa Peyasê ya navçeya navendî ya Peyasê li Dibistana Kayapinar dengê xwe da ji çapemeniyê re axifî.
Başakê wiha got: “Serê sibehê zû ez hatim min dengê xwe da. Ez bi kelecan im. Îro dê rojeke xweş be. Ez ji dil û can di vê baweriyê de me. Bi dawîanîna vê zulm û zordestiya bi salan e em dibinin îro destên me deye. Ji ber vê yekê gelê me divê dengên xwe bide û xwe bigihîne demokrasiyê, aştiyê, biratiyê, wekheviyê û azadiyê. Dengek dikare gelek tiştan biguherîne. Divê em vê yekê jibîr nekin. Rojên xweş nêzîk in.”