Li Hesekê meş hat lidarxistin
- 09:08 24 Hezîran 2018
- Rojane
HESEKÊ - Gelê Hesekê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî li dar xistin.
Gelê Hesekê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî li dar xistin. Endam û Rêveberiyên Saziya Civakî û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meşê ji Çarxeya Sînalka ya Til Taxa Til Hecer dest pê kir heta Çarxeya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin û got:"Divê em hemû bibin yek û vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin."
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.