Jinên Serêkaniyê: Dê serkeftin a HDP'ê be
- 16:08 23 Hezîran 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ-Jinên Serêkaniyê derbarê hilbijartinên pêşwext ên ku dê sibehê li Tirkiyeyê bê çêkirin diyar kirin ku divê gelê Kurd sibehê bi dil û can xwedî li sindoqan derkevin û gotin:"Dê serkeftin a HDP'ê be."
Jinên Serêkaniyê derbarê hilbijartinên pêşwext ên ku dê sibehê li Tirkiyeyê bê çêkirin anîn ziman ku divê gelê Kurd li vîna xwe xwedî derkevin herin ser sindoqan û bersiva faşîzmê bide.
Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) İntîkar Mekê diyar kir ku hibijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelê Kurd gelek girîng e û got:"Divê li dijî sîstema yekzilam û faşîst gelê Kurd sibehê li ser sindoqan bersiva xwe bidin. Divê hemû Kurd dengên xwe bidin HDP'ê û dawî li alozî û faşîzmê bînin."
Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ela Silêman da zanîn ku ji bo siberojek azad û ronî divê hemû kes dengê xwe bidin HDP'ê.
Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Haşimiya Abdullah jî got:"Erdogan her kesên ku wekî wî nafikire, diçewisîne. Bi pergala xwe ya yekzilamiyê zordestiyê li hemû gelên li Tirkiyeyê dike. Divê hemû gelê Tirkiyeyê ji bo pergala Erdogan a yekperest têk biçe, biçin ser sindoqan."