'Yekîtiya gelan dê planên Erdogan têk bibe'

  • 15:23 23 Hezîran 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê bi sedan kes daketin qadan û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. 
 
Li Girkêlegê bi pêşengiya TEV-DEM'ê û bi beşdarbûna bi sedan kesan li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê, meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de pankartên "Bijî berxwedana gelan, Em êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê şermezar dikin" hat hilgirtin. Meşa girseyî ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir heta bin Konê Şehîd Cûdî Rojava ya şervana YPJ'ê berdewam kir. Piştre deqeyek rêz hat girtin û daxuyanî hat xwendin
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em wekî partiyên siyasî gefên dewleta tirk ên li ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Piştî ku dewleta tirk Efrîn dagir kir, gelê Efrînê da koçkirin, malbatên çeteyan li wir bi cih kir. Niha dewleta tirk dixwaze heman tiştî ji bo parçeyên Kurdistanê yên din jî bike. Her wiha gefên li ser Minbicê û Başûrê Kurdistanê parçeyek planê wan ê qirêj e. 
 
Girseya gel  ji Qada Şehîd Xebat  destpêkir, û berê xwe dana bin konê şehîd Cûdî Rojava şervana YPJ'ê ya ku di  berxwedana serdemê de şehîd bû ye , piştî ku  hêzên leşkerî toran li darxistin ,deqeyek rêzgirtin hat girtin ,û li wir li ser navê partiyan daxuyanî hat xwendin. Lê em dibêjin ew ê negihêjin armanca xwe û ew ê têk biçin. Em bang li hemû gelan dike ku dest bidin hev û pêşiya dagirkirina Erdogan bigirin."
 
Piştî daxuyaniyê meş dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî wekheviya gelan" bi dawî bû.