Bi deh hezaran kes diherikin mîtînga Îzmîrê ya HDP'ê

  • 14:50 23 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎZMÎR – Mitînga fînalê ya HDP’ê ya ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a li Îzmîrê dest pê kir. Bi deh hezaran welatî diherikin Qada Gundogduyê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Îzmîrê di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Qada Gundogduyê mitîng li dar xist. Bi herikîna deh hezaran kes mitîngê dest pê kir. Qad veguheriyê heşir û maşerê. Têketina qadê ji deriyekê pêk hat. Polîsan derdora qadê bi bariyeran dorpêç kir. HDP’ê jî tedbîrên xwe yên ewlehiyê girt. 
 
Polîsan destûra flamayên kesk, sor û zer neda û welatiyan jî bertek nîşan da. Li ser nerazîbûnê welatiyan falamayan birin qadê. Qad bi alên HDP’ê hat xemiland û pankartên bi kurdî û tirkî hatin daliqandin. 
 
Jin bi cilên xwe yên gelerî beşdarî mitîngê bûn û balkêş e ku girse bêtir ji jinan û ciwanan pêk tê. Li qadê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan slogan tên berzkirin. 
 
Hat dîtin ku ji hemû navçeyên Îzmîrê gel herikiye qadê. Yoruk û karkerên çandiniyê jî tev li mitîngê bûn. 
 
Herikîna gel hêj ber bi qadê ve didome û welatî bi gerandina govendê li benda destpêkirina axaftinan e. 
 
Mitîng bi kelecan didome.