Festîvala Jinan a Zîlanê dest pê kir

  • 14:26 23 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Jinan a Zîlanê ya 14’emîn li Dortmûndê hate destpêkirin. Di panelê de hate diyarkirin ku pergala kapîtalîst jinan dike kole û bal hate kişandin ser çareseriya li Rojava.
 
Zeynep Kinaci (Zîlan) di sala 1996’an de li Dersimê çalakiyek li dar xistibû û navê xwe di dîroka Kurdistanê de nivîsandibû. Li ser navê wê her sal Festîvala Jinan tê lidarxistin. Festîvala îsal a 14’emîn bi slogana ‘Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinê ye’ diyarî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hate kirin. Festîvala îsal li Dortmûndê hate lidarxistin.
 
Festîval bi panela li ser ‘Têkoşîna li dijî şîddeta li ser jinê’ hate destpêkirin. Di panelê de hate diyarkirin ku şîddet berhema pergala serweriya mêran a 5 hezar salan e û hate gotin ku şoreşa jinan a li Rojava çareseriya vî tiştî ye. Di panelê de panelîstan ji ber ku çandeke baviksalarî ye, paşnavên xwe bi kar neanîn.