Bi deh hezaran kes diherikin qada mîtîngê ya Wanê
- 13:48 23 Hezîran 2018
- Rojane
WAN - Bi deh hezaran Wanî ji bo beşdarî mitînga fînalê ya HDP’ê bibin, ji gelek aliyan ve ber bi Qada Beşyol a mitîngê ve diherikin.
Gelê Wanê dê ji bo mitînga fînalê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şahidê hevdîtinek dîrokî bike. Hemû qada mitînga mazin a fînalê ya HDP’ê di serê sibê de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Bi deh hezaran kesên li benda polîsan man ku lêgerîna wan a qadê bi dawî bibe, bi berz kirina dirûşman û lêdana çepikan, li derdora qada mitîngê weke ku mitînga duyemîn li dar xistin.
Piştî destûrdayîna polîsan, di demek kurt de, bi deh hezaran qada mitînga Wanê dijî kirin. Girseya ket qada mitîngê bê navber dirûşmeyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berz kirin. Ji niha de qada mitîngê tije bû û hîna jî gelê Wanê ber bi qada mitîngê ve diherikin.