'Gelê azadîxwaz divê dengê xwe bidin HDP'ê'
- 09:06 22 Hezîran 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Rêvebira Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongreya Star a bajarê Til Temirê Elya Oglo derbarê hilbijartinên pêşwext ên ku wê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were diyar kir ku divê gelê Kurd li dijî pergala yekperest, her dem têbikoşin û biçin ser sindoqan û got:"Gelê azadîxwaz divê dengê xwe bidin HDP'ê û pergala faşîzmê têk bibe."
Rêvebira Têkiliyên Diplomasiyê ya Kongreya Star a bajarê Til Temira Kantona Hesekê Elya Oglo derbarê hilbijartinên pêşwext ên ku wê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê pêk were anî ziman ku ji bo siberojek azad û bidawîbûna polîtîkayên qirkirinê ya li ser Kurdan divê pergala Erdogan a yekzilam têk biçe û got:"Zihniyeta yekperest a ku gotina Kurdistanê qedexe dike û ceza li kesên ku peyva Kurdistanê bi kar tîne, dibire divê di 24'ê Hezîranê de têk biçin."
'Pergala Erdogan û yên berî wê her tim ji demokrasî û azadiyê bê par bûn'
Elya Oglo diyar kir ku pergala Erdogan û yên berî wê her tim ji demokrasî û azadiyê bê par bûn û got:"Li Tirkiyeyê demokrasî û azadî tuneye. Li Tirkiyeyê gelek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr ji ber doza têkoşîna xwe û parastina mafên demokrasiyê niha di girtîgehan de ne. Li welatekî ku rewşenbîr, nivîskar û îradeya gelan siyasetmedar di girtîgehan de bin, divê em li wî welatî li demokrsiyê negerin."
'Bi rêya olê bi salan gel xapandin'
Elyayê da zanîn ku gelê li Tirkiyeyê bi salan e ku bi rêya olê tên xapandin û wiha berdewam kir:"Li Tirkiyeyê zarok jî di nav de gelek kes ji aliyê kesên ku dibêjin em misilman in hatin kuştin. Wan kesan ol bi kar anîn û gelek mirov kuştin. Divê em li dijî van lîstikana her dem hişyar bin. Loma divê her gelên ku li Tirkiyeyê dijîn destên xwe bidin ser wîcdanê xwe û biçin ser sindoqan. Ji bo komkujî û qirkirinên nû pêk neyên divê Kurd xwedî li vîna xwe derkevin."
'HDP mafê hemû gelan diparêze'
Elyayê da zanîn ku HDP mafê hemû gelan diparêze loma divê hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dengên xwe bidin HDP'ê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo îstismara zayendî ya li dijî jinan bi dawî bibe û nema êdî jin bên qetilkirin divê bi taybet jin biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin û pergala AKP'ê ya yekzilam têk bibe."