Jinên Esnaf: Em ji sozên ku her hilbjartin îktîdar dide têr in
- 09:03 22 Hezîran 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê her ku OHAL hatiye îlankirin şûnde aloziya aborî jî her roj zêdetir dibe. Jinên esnaf bertek nîşanî sozên ku AKP her hilbijartin dide û bi cih nayne dan û gotin ku ew ê di 24'ê hezîranê de bi dengê xwe dawî li xapandinê bînin.
Li Tirkiyeyê her ku OHAL hatiye îlankirin şûnde ji ber krîza aborî ku pêk hat Tirkiye ber bi aloziyeke mezin ve diçe. Esnafên Colemêrgê bertek nîşanî îktîdara heyî dan û gotin ku ew ê di 24'ê hezîranê de besiva herî mezin bidin îktîdara ku bû sedema aloziyan.
'Herî zêde jin dixebitin lê herî zêde keda jinan ji nedîtî ve tê'
Jina bi navê Yildiz Açar a ku bi dirûna kiras û fîstanan debara xwe dike diyar kir ku ew her roj dest vala diçin malê û wiha axivi;"Em her roj destvala diçîn malê. Serê sibehê em kargeha xwe vedikîn û heyanî êvaran em dixebitîn, lê mixabin tişta ku em bi dest dixin bi kêrî tu tiştekî nayê. Kesên ku cil û bergên xwe tênin ji bo dirûtinê bi kartê heqê dirûtinê tînin ji ber ku pereyê wan jî tune ye. Ji zarokan bigire hetanî kal û pîran her kes ji vê krîzê bi bandor bûye. Em pir tengasiyan dikşînîn. Her roj em ber bi îflasê ve diçîn. Bi rastî ev rewş her roj zêdetir dibe û ber bi xetereyê ve diçe. Her roj li Tirkiyeyê bi dehan ciwan ji ber krîza aborî û ber ku ji bo xwe karekî nabînin întîhar dikin. Herî zêde jin dixebitin lê herî zêde keda jinan nayê dîtin û zahmetiyan dikişînin. Li gel krîza aborî em ê 24'ê Hezîranê herîn ser sindoqan. Bi rastî ev hilbijartin ne hilbijartineke demokratîk e. Îktîdar her sal bi hezaran sozên xwe yên derew me dixapînin û pêşketin tune ye. Li Tirkiyeyê mîna aboriyê siyaset jî xetimî ye. Em dixwazin di 24'ê Hezîranê de krîza aborî bi dawî bibe. "
'Em ê di 24'ê Hezîranê de dawî li îktîdarê bîn'
Her wiha Caziye Kahraman jî bi lêv kir ku ji ber krîza aborî û buhabûnê ew êdî nikarin danûstandinê bikin û wiha got:"Her roj em ked û hewleke mezin didîn. Bi karê dirûtinê ku em dikin em gelek diwestin. Ji ber ku karê me kedeke mezin dixwaze. Me bi vî karî debara xwe dikir. Lê niha em nikarîn êdî kireya kargeha xwe bidîn. Krîza aborî her roj berfirehtir dibe û ji aliyê rayedaran ve jî bi tu awayî gav nayên avêtin. Di her hilbijartina ku tê kirin de sozên ku naynin cih didin. Sozên xwe naynin cih. Her sal bi van sozên derew ku didin gel dixapînin. Em êdî pêkhatinê dixwazîn. Ji bo çareserkirina krîza aborî hêza wan heye. Çima çareser nakin? Ji ber ku ew gel nîn in ew derdê gel nizanin. Tengasiya ku em dikşînîn ew nakişînin. Ji her ku OHAL hatiye îlankirin heyanî niha krîza aborî heya. Çima vê krîzê çareser nakin? Em êdî ji soz û xapandina îktîdarê têr bûn. Em sozên wan naxwazîn û em ji wan kar dixwazin. Sozên ku tên dayîn pêk nayên. Em ji xapandinê bêzar bûn. Ji ber van kirinan em ê 24'ê hezîranê ji xapandinê re bibêjîn êdî bes e."