'Kes nikare vîna gelê Kurd bişkîne'

  • 09:01 22 Hezîran 2018
  • Rojane
Ronida Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Ciwanan a PYD'ê Leylan Qasim derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê diyar kir ku yên behsa demokrasiyê dikir îro zilmê li gelê Efrînê dike û got:"Di şexsê gelê Efrînê de hat xwestin ku vîna hemû gelên Rojhilata Navîn bê şikandin. Yên ku pesnê xwe yê demokrasiyê vedida îro li Efrînê bi destên çeteyên OSO'yê gel diçewisîne û ji mafên wan bêpar dihêle."
 
Endama Rêveberiya Ciwanan a PYD'ê Leylan Qasim derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi lêv kir ku pergala yekperest a Erdogan xwest ku li Efrînê vîna gelê Kurd bişkîne lê kes nikare vîna gelê Kurd bişkîne. 
 
Leylan Qasim da zanîn ku hêza gelê Kurd têrî qirêjiyên zihniyeta yekperest û baviksalarî dike û got:"Zihniyeta ku her dem li dijî hebûna gelê Kurd şer kiriye dê tu carî negihêje armanca xwe. Em ê bi têkoşîna xwe ya kevnar teqez bi ser bikevin."
 
'Divê kongreya neteweyî bê avakirin'
 
Leylanê anî ziman ku ji bo dawî li gefên Tirkiyeyê bê divê kongreya neteweyî ava bibe û wiha dewam kir:"Em ê li dijî her planên ku gelê Kurd hedef digire di nav têkoşîn û tevgerê de bin. Kurd xwedî kevneşopî û tecrubeyên mezin in, em ê li ser vê bingehê têkoşîna xwe geştir bikin."
 
'Em tucarî naqedin'
 
Leylanê diyar kir ku armanca êrîşên li dijî Efrînê tunekirina gelê Kurd û di şexsê gelê Kurd de tunekirina hemû gelan e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelan aştî û aramiyê dixwazin. Loma em ê destûrê nedin ku Erdogan bigihêje armanca xwe."